Êrişa li ser çalakgerên Strasborgê li Londonê hat şermezarkirin

Ev êrişa Polîsên Fransayê li dijî çalakgeran rastî bertekan hat.
Kurdên li Londonê daketin qadan û ev êriş şermezar kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî êrişa polîsên Fransayê, li Londonê meşek li dar xist.

Kurd û dostên wan tevli meşê bûn û êrişa li dijî çalakgeran şermezar kir.

Piştî ku meş li herêma Haringeyê veguherî mitîngê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin “Êrişa polîsên Fransayê li dijî çalakgeran ti carî nayê qebûlkirin. Ev êriş xizmeta Erdogan dike”.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin wê berxwedan heta azadiya Rêber Apo dewam bike.

Back to top button