LI ÎRANÊ BARANÊ 400 HEZAR MIROV JI MALÊN WAN DERANÎ

Navenda Krîzê ya Îranê, piştî mehekê derbarê karesata xwezayî ku li 25 eyaletên welêt bandor kiriye daxuyaniya fermî weşand. Daxuyanî, asta metirsîdar a karesatê radixe ber çavan.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji 19’ê Adarê û pê de baranê dest pê kir û bê-navber mehekê bariya.

Ev barana zêde, bû sedema rabûna lehiyê û di demeke kurt de veguherî karesateke xwezayî.

Vê yekê jî bandor li 25 eyaletên Îranê kir.

Li sedan bajar, bajarok û bi hezaran gundan lehî rabû.

Piştî mehkê Nanvenda Krîzê ya Îranê di derbarê vê karesta xwezayî ya giran de bîlanço eşkere kir.

Li gorî agahiyên Navendê parve kir, ji ber lehiyê xisareke mezin li 235 bajar, û 4 hezar û 304 gundan bûye.

78 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran kes birîndar bûne.

400 hezar mirov neçar mane ku malên xwe biterikînin û li deverên din bicih bibin.

Her wiha 40 hezar malan xisar dîtine û 41 hezar mal jî hilweşiyane.

Leave a Reply

Back to top button