HPG: Li qada Werxelê ya Avaşînê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nêzî 6 meh in li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin.
Dewleta dagirker ku ev demeke li dijî qadên Avaşînê çekên kîmyewî bikartîne xwest careke din êrişî qada Werxelê bike.
Gerîlayan bersiva êrişê dan û di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk ya dagiker bi hemû cureyên çekan ji 23 Nîsanê ve êrişî başûrê Kurdistanê dike.

Nêzî 6 meh in gerîla li dijî van êrişan berxwedaneke dîrokî nîşan didin û rojane derban li dagirker dixin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrişên dagirkeran û berxwedana gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ev agahî parve kir;

“2’ê Cotmehê li dijî dagirkerên ku xwestin êrişê bibin ser qada berxwedanê ya Werxelê ya li herêma Avaşînê, hêzên me çalakî kirin. Di encama çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn.

Ev çalakiya serketî ji bo silavkirina berxwedêrên Werxelê hate kirin ku bi îradeyeke mezin li dijî dagirkeran şer dikin.

Heman rojê li herêma Zapê, li dijî dagirkerên li qada Şehîd Serxwebûn, hêzên me 2 caran bi çekên giran çalakî kirin û bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin xistin.”

HPG: Gerîla li herêma Metîna li helîkoptera dagirkeran xist

HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de jî ev agahî parve kir;

“2’ê Cotmehê hêzên me li helîkopterên êrişê xistin ku van helîkopteran dixwestin bombeyan li gundên Hirorê û Kêste bibarînin yên li herêma Metîna bibarînin. Di encama destwerdana hêzên me de helîkopterên êrişê neçar man ji herêmê biçin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir êriş û bomebarana hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

HPG’ê diyar kir 1 2 û 3’ê Cotmehê qadên Tabûra Ereban, Geliyê Basya û gundê Dirê yên Avaşînê;

Li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê, derdora gundên Serarû, Êdinê, Dêşîşeyê; qadên Koordîne û Kela Qumriyê, û gundê Bankayê;

Gundê Yekmalê yê li herêma Bergarê ya ser bi navçeya Amediyê û Qada Girê Cûdî ya herêma Zapê bi balafirên şer, helîkopter û hawanan hatin bombebarankirin.

Back to top button