KCK: Hevrêtiya Mam Celal, Rêber Apo û Îbrahîm Ehmed bû bingeha yekîtiya netewî

Konseya Rêveber ya KCK’ê bi boneya salvegera çaremîn wefata Mam Celal Talabanî peyamek weşand.
KCK’ê diyar kir dostanî û hevrêtiya di navbera serok Mam Celal, Rêber Apo û mamosta Îbrahîm Ehmed de, ji bo gelê Kurd bû bingehê yekîtiya netewî.
KCK’ê got ewê xwedî li mîrate û bîranîna pêşengê mezin ê gelê Kurd derkevin û ji YNK’ê jî xwest ku li gorî rêbaza mîrateya netewî û demokratîk ya Mam Celal rol bilîze.

Çar sal bi ser koça dawî ya Sekreterê berê yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Mam Celal Talabanî re derbas bûn.

Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya çaremîn salvegera wefata Mam Celal Talabanîn daxuyaniyek weşand û ew bibîranî.

KCK’ê diyar kir Serok Mam Celal Talabanî kesayetekî ku zêdetirî nîv sed sal di xebat, têkoşîna ji bo maf û azadiya gelê Kurd, li ser destkeftiyên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet jî Başûrê Kurdistanê xwedî şopek diyare.

KCK’ê da zanîn dostanî û hevrêtiya di navbera serok Mam Celal, Rêber Apo û mamosta Îbrahîm Ehmed de, ji bo gelê Kurd bû bingehê yekîtiya netewî wiha got,

“Heya niha jî ev yek hîn dewam dike. Di roja me ya îro de ku dijminên gelê Kurd hewl didin destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin, girêdana bi mîrateyê şoreşgerî, netewî, welatperwerî ya vê dostaniyê, kilîda derbazkirina qeyranan û têkoşîna dijî êrişane.”

KCK: Divê YNK li gorî rêbaza û mîrateya netewî ya Mam Celal bi xwedî rol

Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir di çaremîn salvegera koça dawî ya serok Mam Celal de, ew bi erk û berpirsyariya xwe dizanin ku xwedî li mîrate û bîranîna pêşengê mezin ê gelê Kurd derkevin û wiha dawî kir.

“Em girîngiyê bidin têkoşîna yekîtiya netewî û têkoşîna dijî dagirkeriyê.

Li ser bingehê aştî, wekhevî, jiyanek hevbeş û demokratîk li hemû Kurdistanê de bingehekê ava bikin.

Hêvîdarîn Yekîtiya Nîştimanî Kurdistanê li gorî rêbaza mîrateya netewî û demokratîk ya Mam Celal, bikare ji her demê bihêztir li ser komên siyasî yên Başûrê Kurdistan û Iraqê bibe xwedî rol.”

Back to top button