Brazîlya…Ji bo bolsonara ji erk were girtin li 60 bajaran meş pêk hatin

Li gelemperiya Brezîlyayê, ji bo Serokkomar Jair Bolsonaro ji wezîfeyê bê girtin, bi deh hezaran kes daketin qadan.

Li ser banga ‘Kampanya Neteweyî ya Bicehime Bolsonaro”, ku 12 partiyên çep û gelek sendîkayên navendî piştgiriya wê dike, li dehan bajarî çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Li gorî amadekaran ji 27 eyaletan li 20 eyaletan ku paytextên wan jî di nav de li bêtirî 60 bajarî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Hin lîderên rastgir û rastgiriya navendî jî tevlî çalakiyan bûn.

Li bajarê Rio de Janeiroyê di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Bolsonaro bicehime” hatin hildan.

Dadgeha Bilind jî ferman da ku têkildarî Bolsonaro û derdora wî, ji ber belavkirina agahiyên şaş gelek lêpirsîn bêne destpêkirin.

Li Sao Pauloyê bi deh hezaran kes li kolana Paulistayê li hev civiyan.

Namzetên gengaz ên Serokomariyê jî tevlî çalakiyê bûn.

Krîza aborî ya li welat bû sedema ku hejariya li Brazîlya zêde bibe.

Ev yek jî bûye sedema ku bi mehane li welat alozî heye.

Back to top button