Zubeyîr Aydar: Divê gelê Kurd ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe xurt bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, têkildarî pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ku armanca wê ya sereke azadiya Rêber Apo ye, got, “Gelê Kurd û tevgera azadiyê li her qadê li dijî êrişan berxwedana xwe didomîne.
Zubeyîr Aydar têkildarî salvegera 23’yan a Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê jî got; “Ji bo azadiya rêber Apo divê gelê Kurd di her qadê têkoşîna xwe mezintir bike”

Bi pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ku di 12’ê Îlona 2020’an de ji aliyê KCK’ê ve hat destpêkirin, têkoşîna ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Apo bê navber dewam dike.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar der barê girîngiya pêngavê ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Zubeyîr aydar, da xuyakirin ku di salekê de, gelê Kurd û dostên wan bi rengekî xurt xwedî li pêngavê derketine û got;

“Li dijî êrişên dagirkeriyê yên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Apo berxwedaneke mezin hat meşandin.

Li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa gelê Kurd û dostên wan di çarçoveya pêngavê de çalakiyên girseyî li dar xistin.”

Zubeyîr aydar diyar kir ku dewleta tirk bi destpêkirina pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” re êrişên xwe yên li dijî gel û bi taybetî li qadên gerîla zêde kirine û wiha dewam kir;

Li hemberî van hemûyan, dewleta Tirk zexta xwe ya ji bo şikandina vîna gelê Kurd zêde kir.

Li hemberî van hemû êrişan gel vîna xwe nîşan dide û li cem tevgera azadiyê ya Kurd li ber xwe dide.

Gerîla jî bi berxwedaneke mezin xwedî li pêngavê derket.”

Zubeyîr Aydar, di çarçoveya sala nû ya pengavê de, li dijî êrişan bal kişand ser girîngiya xweparastinê û diyar kir divê gelê kurd li dijî her şêweyê tunekirin û qirkirinê têkoşîna xwe xurt bikin.

Her wiha Zubeyîr Aydar salvegera 23’yan a Komploya 9’ê Cotmehê jî bibîr xist û ev bang li gelê Kurd û dostên wan kir;

“Divê gelê me li her derê beşdarî pêgava “Dem Dema Azadiyê ye” bibe û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Apo cihê xwe di nava tekoşînê de bigire. ”

Back to top button