Cezayîrê bang li Sefîrê xwe yê li Fransayê kir

Piştî ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron rexne kir ku li Cezayîrê desthilatdariyeke ‘siyasî-leşkerî’ heye, Cezayîrê bang li Sefîrê xwe yê bilind ê li Fransayê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Cezayîrê de nerazîbûn ji gotinên Macron re hate nîşandan û ev yek weke “destwerdana li karên navxweyî” hate nirxandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ev gotinên bêberpirsyarî bûne sedem Cezayîr ji bo şêwirandinê bang li Sefîrê Bilind ê li Parîsê Mûhammed Antar Dawûd bike.

Beriya vê biryarê, di medya Cezayîrê de cihekî berfireh ji van daxuyaniyan re hate dayin.

Di daxuyaniyan de rexneyên tund li gotinên Macron yên di rojnameya Fransayê Le Monde de hate weşandin hate kirin.

Li gorî nûçeya rojnameya Le Monde, Serokomar roja Pêncşemê di dema hevdîtinek bi ciwanan re yên ku neviyên kesên tevlî şerê Cezayîrê bûbûn jî hebû wiha gotiye.

Piştî serxwebûna 1962’an Cezayîrê xwe li ser ‘bîrdariyeke rantê’ ya bi sîstema ‘siyasî-leşkerî’ ava kiriye.

Back to top button