Balafirên Rûsya li Idlibê û Lazîqiyê êriş pêk anîn

Şer û aloziya li herêmên di bin kontrola hêzên, Rûs, rejim û çeteyên dewleta Tirk de roj bi roj zêde dibe.
Balafirên Rusyayê careke din êriş li Idlib û Laziqiyê pêk anîn.
Li Idlibê, di encama teqîna cebelxaneyê de çeteyekî Partiya Îslamî ya Turkistanî hate kuştin û 4 jî birîndar bûn
Li Hemayê jî di navbera çeteyên Tirk û hêzên hikumeta Şamê de şer derket.

Şer û aloziya li herêmên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk û rêjîmê de dewam dike

Balafirên şer ên Rûsya 2 êriş li dijî eniyên çiyayê Ekrad ya bakurê Lazîqiyê û eniyên bajarokê El-Kenda ya gundewarên bajarê Cisir Şixûr a rojavayî Idlibê, pêk anî.

Li Idlibê çeteyekî Partiya Îslamî ya Turkistanî hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di encama teqîna depoya cebilxaneyê de li taxa Wadî El-Nesîm li bajarê Idlibê çeteyên Partiya Îslamî ya Turkistanî hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikûmeta Şamê li Hemayê bi hev ketin

Şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikûmeta Şamê dewam dike.

Li eniyên El-Emîqa ya Sehil Xab, duh hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, herdu aliyan li heman eniyên şer moşek avêtin hev.

Ji aliyek din ve jî balafirên keşfê yên Rûsya ji seatên sibehê ve, li asîmanên herêmên “bêçek” digere.

Çavdêriyê duh destnîşan kir ku rayedarên dewleta Tirk agahî dane baregehên xwe ku bersivê bidin êrişên hêzên hikumeta Şamê.

Back to top button