
Li Efrîna dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê dewam dike.
Dagirkeran ji navçeya Cindirêsê 2 sivîl revandin û dest danîn ser bi sedan darên zeytûnê.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li Cindirêsê MÎT’a Tirk û çeteyan duh girte ser sê malan..
Li gor Çavdêriyê, di serdegirtinê de dagirekran 2 sivîlên din revandin..
Çavdêriyê da zanîn ku çeteyên tûgaya “Semerqend”ê li gundê “Kefer Sefrê” yê Cindirêsê, bi behaneya ku xwedî ne amade ne, dest danîn ser zêdeyî 3 hezar û 200 darên zeytûnê..
Çeteyan her wiha nehişt ku xwediyên wan zeviyan biçin çinîna zeytûnan..
Ji sala 2018’an ve, dewleta Tirk û çeteyên xwe dest danîne ser bêtirî 36 hezar darên zeytûnê yên gundê Kefer Sefrê..