Ji bo namzetê xwe bi ser bixe PDK’ê kartên dengdanê ji çekdarên bi navê roj re çêdike

Wê di 10’ê Cotmehê de hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê pêk were.
Li gorî malpera Biwarnews’ê, PDK’ê ji çekdarên Roj re kartên dengdanê û nasnameyan çêdike ji bo ku bikarîbin di hilbijartinê de deng bidin namezetên PDK’ê.

10 Cotmehê wê li Îraqê hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê bên kirin.

Ji niha de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo ku dengên xwe zêde bike, ketiya nava liv û tevgerê û serî li riyên neqanûnî dide.

PDK’ê, ji çekdarên bi navê Roj re nasname û kartên dengdanê çêdike ji bo ku bi riya wan bikare namzetên xwe bi ser bixe.

Çekdarên Roj nexwedî nasnameyên Iraqî ne.

Li gorî malpera Biwarnews’ê, “Hejmara wan pêşmergeyên nasnameya Iraqî û karta dengdanê ji bo wan hatiye çêkirin, zêdetirî 2 hezar in û piraniya wan wê li Dihokê deng bidin PDK’ê”

Li gorî destûra Iraqê, tenê welatiyên Iraqê mafê wan heye di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de deng bidin.

Parlamenterê Herêma Kurdistanê Ebûbekir Helendî îro diyar kir ku PDK li Behdînanê tevî girtina beşek ji çalakvan û hebûna hêza çekdarî, hejmarek zêde nasname ji bo Kurdên Bakur, Rojavayê Kurdistanê û koçberan çêkiriye ku di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de deng bidin.

Back to top button