Efxanistan ya ku ji ber teqîn û êrişên çekdarên Talîbanê her di nava metirsiyê de bû, niha jî heman rewş heye.
Her çiqasî welat di kontorola Talîbanê de ye, lê dîsa jî teqîn û êriş jî kêm nabe.
Li pêş mizgefteke li paytexta Kabulê di encama êrişeke teqemeniyê de, 2 kes hatin kuştin û 4 ji birîndar bûn.
Li pêş Mizgefta Eidgeh ya li paytexta Efxanistan Kabulê teqînek pêk hat.
Di teqîna bi rêya erebeyek bombebarkirî pêk hatî de, 2 kes mirin û 4 ji birîndar bûn.
Berdevkê Talîban Zebîhulah Mûcahid têkildarî teqînê peyamek li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir û teqîn piştrast kir.
Wezîrê Karê Hundirîn yê hikumeta demkî ya Talîbanê Saeed Hostî got,
Li gorî agahiyên despêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 jî birîndar bûne.
Heta niha ti alî yan hêzekê teqîn li xwe negirtiye.
Doh bi şev jî di êrişeke li navenda bajarê Celalabad êrişek pêk hatibû.
Di encamê de, 2 endamên Talîban û 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.