CPT: PDK bi darê zorê “mikurhatinên” 9 girtiyan tomar kirine

PDK, bi lêdan, zext û êşkencekirinê hewl dide rastiyan veşêre an jî berovaj bike.
Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan (CPT) eşkere kir ku asayîşa PDK’ê li zindana Hewlêrê bi darê zorê hiştiye ku 9 girtiyên Behdînanê mikur werin û dîmenên mikurhatinê qeyd kirine.

Li gorî CPT’yê, Asayîşa PDK’ê wê dîmenên mikurhatina bi darê zorê, piştî biryara dadgehê belav bike..

CPT’yê navên her 9 girtiyan eşkere kirin:

“Şêrwan Taha Emîn – Karger Ebas – Bendewar Eyûb – Mesûd Elî – Silêman Musa – Silêman Kemal – Cemal Xelîl – Firset Ehmed – Dr. Amir Xalid Egîd.”

Li gor agahiyan, ev girtî wê 5 û 6’ê Cotmehê werin dadgehkirin..

12’ê Cotmehê jî rûniştina dadgehê ya mamoste Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî ye..

Di çarçoveyê de, Kampanya Hevdengiya bi Girtiyên Behdînanê re, ragihand ku sibe, di navbera saet 10:00 û 12:00’an de li seranserî Başûrê Kurdistanê çalakî ji bo piştgiriya girtiyên Behdînanê tên lidarxistin..

bang li tevaya civakê, bi taybetî karmend û mamosteyan hat kirin ku tev li çalakiyan bibin..

Back to top button