PDK bi hêzeke mezin careke din hewl dide bikeve Şengalê

Hewldanên PDK’ê yên dagirkirina Şengalê dewam dikin.
Piştî ku civaka Êzidî duh rê li pêşiya çekdarên PDK’ê girt û nehişt derbasî Şengalê bibin, PDK bi hêzeke mezin a çekdar careke din dixwaze bikeve Şengalê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê PDK amadekariyeke berfireh dike ku bi hêzeke mezin a çekdarî bikeve Şengalê û baregehên xwe ava bike.

Duh (2 Cotmeh) li ser berxwedana civaka Êzidî hêzên PDK’ê ku nikaribûn derbasî Şengalê bibin û paşde vekişiyan, niha careke din hewldidin bikevin Şengalê.

Heta niha derbarê mijarê de Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek nedaye.

Back to top button