Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya herêma Cizîrê serdana nexweşxaneya Covid -19 a Dêrikê kir.
Şande ji Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa, hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Mistefa Keleş, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis û hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Afram Îshaq pêk dihat.
Şandeyê hevdîtin bi rêveberî û xebatkarên nexweşxaneyê re pêk anî û asta pêkanîna biryarên
rêgirtina ber belavbûna Coronayê şopand.
Talet Yûnis li ser serdanê ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku ev şopandina wan ji bo guhdarkirin û nîqaşkirina kar û rêbazên pêşîgirtina li ber vîrusê ye.
Yûnis da zanîn ku dê hemû pêwîstiyên mîna alavên tendurustî û oksîjen pêşkêşî nexweşxaneyê bikin.