IPPNW: Agahiyên HPG’ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî dane hêjayî lêkolînê ne

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve, ku êrişî başûrê Kurdistanê dike, di van demên dawiyê de li dijî gerîla çekên kîmyewî bikartîne.
Nerazîbûnên li dijî vê yekê jî zêde dibin.
Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Iraqê bêdengiya Hikûmeta Başûr û Îraqê şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku bikeve nava tevgerê.
Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nuklerê (IPPNW) jî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bêdeng nemîne û dest bi lêkolînê bike.

Ev nêzî 6 mehin, dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike hemû cureyên çekan tevî yên qedekirî li dijî gerilayên HPG’ê bi kar tîne.

Li gorî daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, dewleta Tirk di nava 5 mehan de zêdeyî 250 caran gaza jehrî ya kîmyewî li dijî gerîlayan bi kar aniye.

Ne Hikûmeta Başûr ne jî Hikûmeta Îraqê dijî van sûcên dewleta tirk tu helwestek nîşan nedane.

Hin sazî û rêxistinên navneteweyî li ser vê yekê ketin tevgerê.

Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nuklerê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bêdeng nemîne û sûcên dewleta Tirk bişopîne.

Gisela Penteker ku yek ji rêveberên IPPNW ye, ji ANF’ê re axivî û piştrast kir ku agahiyên yekîneyên HPG’ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî dane hêjayî lêkolînê ne.

Penteker bi bîr xist ji ber Tirkiye endamekî NATO’yê ye, lêkolînkirina binpêkirinên delweta Tirk ji qanûnên têkildarî çekên kîmyewî karê NATO’yê ye.

Rêvebera saziye got ku di serî de Elmanya, Yekîtiya Ewropa jî di mijara çekên kîmyewî de xwedî berpirsyarin û bang li rêveberiya Berlînê kir ku di şerê dijî Kurdan de êdî bêdeng nemîne.

Eyûb El-Rebîhî: Hikûmeta Başûr û Iraqê berpirsê van êrişan in

Endamê Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Iraqê Eyûb El-Rebîhî jî têkildarî bikaranîna dewleta Tirk ya çekên qedexekirî û gazên kîmyewî ji ajnasa Hawarê re axivî.

El-Rebîhî anî ziman wan derbarê binpêkirina dewleta tirk ji axa Iraqê û bikaranîna çekên kîmyawî, gelek caran bang li aliyên peywendîdar ên Wezareta Karên Derve û hikûmetê kir, lê banga wan bê bersiv ma.

Endamê Komîsyona Ewlekarî û Parastinê Katih El-Rikabî jî Hikûmeta Bexda û Hewlêr berpirsê van êrîş û destdirêjiyê dewleta Tirk li ser axa Îraqê dît.

Rîkabî bang li hikûmetê û saziyên navnetewî kir ku li dijî biakranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk û dagirkeriyê bikevin tevgerê.

Back to top button