Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê bersiva her êrişekê li dijî gelê xwe bidin

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê piştrast kir ew ê bersiva her êrişekê li dijî gel, bidin.

Derbarê vê yekê de Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da û piştrast kir ew ê bersiva her êrişekê li dijî gel, bidin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ragihand “PDK li pey fitneyên nû ye û dixwaze xwîna êzidiyan birijîne.”

Her wiha da zanîn ku armanca PDK’ê ne propagandaya hilbijartinê ye, dixwaze careke din desthilatdariya xwe li ser Şengalê bi darê zorê bisepîne.

Rêveberiya Xweser a Şengalê piştrast kir ku civaka Êzidî li hember berê niha bi hêz bûye û wê di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bide.

Dawiya daxuyaniya xwe, Rêvberiya Xweser bang li hêz û rêxistinên Kurdistanî û cîhanê kir ku xwedî li êzidiyan derkevin.

TAJÊ banga xwedîderketina li Şengalê kir

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jî bi heman armancê daxuyaiyek da û got:

”Sala 2014’an ji ber xiyaneta PDK’ê bi hezaran jinên Êzidî hatin qetilkirin, bi sedan jî ketin destê DAIŞ’ê de.

Niha dîsa jî dixwaze di bin navê propagandaya hilbijartinê de derbasî Şengalê bibe”.

TAJÊ diyar kir ku civaka Êzidî û bi taybet dayik li hember wan sekinînin û nehiştin gavekê bi pêş de bavêjin.

Di dawiyê de TAJÊ bang li hemû jinên Kurd, Êzidî û partî û rêxistinên demokrat kir ku li dijî êrişên PDK’ê derkevin.

Back to top button