Petrola li peravên kalîforniya belav bû dibe bibe ‘Felaketeke Ekolojîk’

Rayedarên li eyaleta Kalîforniya Başûr diyar kirin ku petrol li qadeke ji 21 kîlometreyî ya deryayê belav bûye û hindik maye bigihêje peravê.
Lewma hişyarî dan şêniyan ku xwe nêzî peravê nekin.

Rayedarên bajarê Newport Beach ê Calforniayê diyar kirin ku petrola ketiye nava deryayê dibe ku şeva Şemiyê bigihêje peravê û ji ber vê yekê jî hişyarî dan şêniyên herêmê ku plajê avjeniyê nekin.

Tê texmînkirin ku petrola li qadeke ji 20 kîlometreyî belav bûye, ji lûleyeke petrolê herikî ye.

Petrola li deryayê di navbera Plaja Newportê û Plaja Huntingtonê de ye.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Huntington Beachê, li nêzî peravên Orange Countyê herî kêm 98.420 lître petrol ketiye nava avê.

Ev jî dibe 3 hezar varîl petrol.

Rayedaran li gorî dema Amerîkayê ji saet 19:00 û pê ve perav girtin.

Rayedaran diyar kirin ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin.

Back to top button