Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî eşkere kir ku 285 kesên din li herêmê bi vîrûsa Coronayê ketin.
Tevî vê jimara pêketiyan, Desteya Tenduristiyê ragihand ku 9 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî baş bûne.
Bi vê re heta niha li herêmê 28 hezar û 550 kes bi Coronayê ketine, ji wan 953 kes mirine û 2 hezar û 191 kes baş bûne.
Rêveberiya Xweser ji bo rê li ber belavbûna vîrûsê bigire qedexeya derketina derve ragihandibû.
Qedexe îro di roja dudiyan de dewam dike.
Dr. Elî Şahîn: Ji malên xwe dernekevin
Pisporê nexweşiyên hundirîn, Dr. Elî Şahîn li ser mijarê axivî û bang li şêniyan kir ku li gorî biryaran tev bigerin.