Gerîlayan li qada Werxelê ya Avaşînê derbên giran li leşkerên Tirk dan

Gerîlayên Azadiyê li başûrê Kurdistanê di çarçoveya pêngavan de rojane derban li artêşa Tirk ya dagirker didin.
HPG’ê diyar kir li qada Werxelê ya Avaşînê di navbera gerîlayan û artêşa Tirk de şerekî giran qewimî û got, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt hatin kirin.

Gerîlayên HPG’ê rojane çalakiyan dikin û derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û berxwedana gerîlayan a 24 saetên dawiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ku li herêma Avaşînê bê navber dewam dike ev agahî parve kir;

“3’ê Cotmehê li qada Girê Şehîd Mûnzûr a Mamreşo, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Heman rojê li qadên Werxelê û Mervanos hêzên me 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Di van çalakiyan de bi rengekî serketî li hedefên hatin diyarkirin hate xistin.”

HPG’ê diyar kir ev çalakî ji bo silavkirina Berxwedêrên Werxelê hate kirin ku di nava şert û mercên herî giran de bi ruhê Apocî yê xurt li ber xwe didin û şer dikin.

HPG’ê diyar kir 3’ê Cotmehê êvarê artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi teqemeniyan bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand û piştre xwest bi pêş ve biçe.

“Berxwedêrên me yên Werxelê dest li dagirkeran werdan û şerekî giran qewimî. Di encama berxwedana şervanên me yên Werxelê de dagirker nekarîn bi pêş ve biçin.

Dagirkerên ku nekarîn berxwedana hêzên me bişikînin sibeha 4’ê Cotmehê bi çekên giran Qada Berxwedanê bombebarankirin.”

HPG’ê derbarê êriş û bombebarana hewayî de jî ev agahî parve kir;

3’ê Cotmehê qada serê Metînayê, derdora gundên Kêste û Hîrorê yên bi ser bajaroka Kanî Masî a girêdayî Amêdiyê, Kela Qumriyê,

Li herêma Zapê qada Şehîd Şervan; li herêma Avaşînê qada Werxelê bi balafirên şer, helîkopter û hawanan hatin bombebarankirin.

Back to top button