Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî ragihand ku li herêmê 5 kesên din bi vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.
Desteya Tenduristiyê diyar kir ku 240 kes bi vîrûsê ketine. Hat diyar kirin 5 kesên ku bi pêketibûn jî jiyana xwe ji dest dane.
Bi van daneyan re heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûrî 958 nexweşên Coronayê jiyana xwe ji dest dane.