Yemen..Hûsiyan bi moşekan êrişî Maribê kir, 8 kes mirin 14 jî birîndar bûn

Li Yemenê şerê ku ji 2014’an ve despê kirî, li rojhilatê welat gur bûye.
Hûsiyên ku piştevaniya xwe ji Îranê digrin, êrişên xwe yên li ser herêma Maribê zêde kiriye.
Di êrişa bi moşekan ya li ser herêmê de 8 kes hatin kuştin û zarok jî di nav de, 14 jî birîndar bûn.

Hûsiyan bi moşeka balîstîk êrişî herêmên leşkerî yên li bajarê Marîbê kirin.

3 ji moşekên ku hatine avêtin, li cihê sivîlan ketin.

Di encamê de, 4 jê zarok û 3 jin bi giştî 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha zarok jî di nav de 14 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di êrîşê de xanîyek hilweşiyaye û di gelek xaniyan de jî ziyan pêk hatine.

Herêma Marîb yekan e kelha dikeve bakurê welat a di destê hêzên hikûmetê de ye, ji bo wê xwedî girîngî ye.

Tevî agirbesta hêzên navneteweyî jî, bi mehan e şer didome.

Marîb bikeve destê Hûsiyan wê ji bo hêzên hikûmetê derbeke gelek giran be.

Li Marîbê Sotemeniya dîzel û taybet gaza petrolê ji sedî 90 li Marîbê tê hilberîn.

Back to top button