Xeta danûstandinên navbera Koreyan careke din despê kir

Di navbera Koreya Başûr û Bakur bi dehê salane alozî heye.
Her çiqasî hêviyên nêzbûna wan çêdibe jî lê di dawiyê de careke din danûstandin radiwestin.
Herî dawî Serokê Koreya Bakur Kim ragihand ku careke din xetên danûstandinê yên navbera Pyongyan û Seulê hatine vekirin.

Hêrs, gef û peyamên dijberiyê cihê xwe ji hêviyên germbûna navbera Koreya Bakur û Başûrî de hiştiye.

Piştî danûstandinên dirêj, Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ragihand ku xetên danûstandinên qutbûyî yên navbera Pyongyang û Seulê careke din despê dikin.

Kim Jong-un anî ziman ku danûstandinan saet 09:00 li gorî dema herêmê despê kiriye.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Kore (KCNA), armanca sereke ya Pyongyangê بيونغيانغ ev gav ji bo başkirina danûstandinên navbera herdû welatan de hatiye avêtin.

Di nûçeyê de bang li rayedarên Koreya Başûr hat kirin ku “wateya vebûna xetên ragihandinê di hişê xwe de bigirin” û “ji bo asayîkirina pêwendiyên navneteweyî hewlên aktîf bidin.”

Ajansa Koreya Başûr jî diyar kir ku piştî nûçeya ji aliyê ajansa Koreya Bakurî ve bi çend saetan, danûstandinên navbera aliyan de pêk hatiye.

Hefteya derbasbûyî, Serokê Koreya Bakur Kim piştgiriya xwe ji bo çalakkirina xetên ragihandinê ku ev çend meh in ji ber pirsgirêkên teknîkî dihate paşxistin.

Peyamên Pyongyangê ji hêla Seul ve erênî hatin pêşwazîkirin.

Hezîrana 2020’an Koreya Bakurî bi îdiaya ji ber daxuyaniyên dijberê Pyongyanê, peywendiyên xwe yên li gel Koreya Başûrî dabû rawestandin.

Tîrmehê careke din biryara başkirina peywendiyên navbera aliyan hate dayîn.

Lê bi derbasbûna çend hefteyan re, Koreya Bakur careke din xetên danûstandinên navbera aliyan dabû rawestandin.

Back to top button