Urdûn, Çekya û Rûsya li ber îdîyana rabûn

Piştî eşkerekirina naveroka Belgeyên Pandora, Urdûn, Rûsya û Komara Çekê nerazîbûn nîşan dan.
Li gorî wan tiştên di belgeyan de weke sûc hatine binav kirin qanûnî ne.

Têkildarî naveroka belgeyên Pandora, Şahê Urdûnê Melik Abdullah daxuyaniyek da.

Abdullah li dijî aliyên ku belge belav kirine nerazîbûn nîşan da û got:

Tişta ji aliyê me ve hatiye kirin ne dij-qanûnî ye. Heta niha ji xazîneya gelemperiyê min ti pere xerç nekirine.

Şahê Urdûnê agahiyên derheqê wî de hatine belavkirin weke zêdegavî binav kir û got,

Ji ber sedemê ewlekariyê ew nikare agahiyên zêde parve bike. Wekî din di kirîna erbe û xaniyên luks de ti neheqî çênebûye.

Serokwezîrê Komara Çekê jî îdî kir ku 22 mîlyon dolarên di belgeyan de hatine bicih kirin ên wî ne.

Li ser heman mijarê Qesra Kremlînê jî daxuyaniyek da.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov îdîa kir ku tiştên di belgeyan de hatine bicihkirin bê bingehin û wiha got:

Di belgeyan de tişta herî balkêş, welatê xwediyên şîrketên deryayî ye. Herî zêde li ser vê mijatê hatitye rawestandin. Başe ev welat kî ye?

Ew Amerîka ye.

Ji vir diyar dibe ku Amerîka di mijara têkoşîna li dijî karên qaçax û dij qanûnî lewaz e.

Back to top button