EMERÎKA WÊ CEZAYAN LI DEWLETÊN HEVKAR BIBIRE, EGER NEFTA ÎRANÎ JI NÛ VE BIKIRIN

Di çarçoveya dijwartirîn zextên Amerîkayê li ser Îranê de, Waşinton wê efûyên ku dabû 7 dewletan ku nefta Îranî bikirin, rake.
Yev yek jî bi qasî Îranê wê bandorê li Tirkiye jî bike.
Ji ber vê yekê Rêveberiya dewleta tirk yek ji welatên despêkê yên bertek nîşan dan bû.
Emerîka jî dibêje, yê vê yekê pêk ne-êne wê cez li wan jî were ferzkirin.

Xuya ye ev zextên ku Amerîka li ser nefta Îranî ku di rêya cezayan re pêk tîne, hîn bêhtir wê abora wê kambax bike.

Nemaze ku Waşinton bi niyet e cezayan li ser dewletên vê neftê dikirin jî ferz bike.

Ji 2yê meha Gulanê de her heft dewlet ango Hindistan, Tirkiye, Koreya Başûrî, Taywan, Îtalya, Japan û Yunan wê bi temamî ji kirîna nefta Îranî werin qedexekirin.

Der barê vê mijarê de Koşka Spî daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê:

Serokê Emerîka dixwaze hinardina nefta Îranî bibe sifir û wiha wê rejîm ji debara xwe ya sereke bê par bimîne.

Serokê Karê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi zimanekî hişyarî axivî û wiha ji van dewletan re got:

Eger hûn vê yekê pêk neynin wê ceza ji we re jî werin ferzkirin.

Em bi niyet in van cezayan pêk bînin.

Ji van welatan jî bersiv hat.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mewlût Oglu got:

Em cezayên ku ji yekalî werin, qebûl nakin, ne jî şêwazê ku em çawa têkiliyên xwe bi dewletên cîran re bi rê ve bibin, qebûl dikin.

ÎRAN JI EMERÎKAYÊ RE: EM Ê ZORA CEZAYÊN WE BIBIN

Îran jî bê bersiv nema û bi tund li DYE’yê vegerand.

Wezîrê karê derve yê Îranî Bijan Namdar Zangeneh cezayên li dijî Tehranê rexne kir û got:

Amerîka şaştiyek pir mezin der heqê me de kir û neft weke çekekî li dijî welatê me bi kar anî.

Wezîr diyar kir ku xewna Waşintonê wê pêk neyê, ji ber ew nikare hinardeyên nefta Îranî rawestîne.

Wezîr der barê vê jî de hişyarî da û ev tişt got:

Ev biryar wê encamên xerab bi ser bazara neftê ya navdewletî de werîne.

Nekirîna nefta Îranê ji girîngtirîn bendên cezayên Amerîkî ne ku Waşinton xwest ew ji dijwartirîn ceza di dîrokê de bin.

Amerîka 6 meh dabû van her heft dewletan ku nefta Îranî bikirin, lê ji meha bê de wê ev yek were rawestandin.

Leave a Reply

Back to top button