Rîham Hesen: Em careke din destûrê nadin planên têkbirina îradeya Şengalê

Li hemberî planên PDK’ê yên dagirkirina Şengalê civaka Êzidî li ser piyan e û li ber xwe dide.
Li komelgeha Guhbelê ku yek ji navendên berxwedana Şengalê ye, Rêveberiya Xweser derbarê rewşa dawî daxuyaniyek da.
Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen diyar kir civaka Êzidî 7 sal in li dijî êrişanli ber xwe dide û got ew careke din destûrê nedin planên têkbirina îradeya Şengalê.

Li hemberî planên PDK’ê yên dagirkirina Şengalê civaka Êzidî di asta seferberiyê de li ser piyan e û li ber xwe dide.

Bi vê yekê gelê Şengalê ji saetên sibehê ve herikîn noqteyên Asayîşa Êzîdxanê û meclisên gel.

Li komelgeha Guhbelê ku ev çend roj in yek ji navendên berxwedana Şengalê ye, Rêveberiya Xweser derbarê rewşa dawî û berxwedana gel de daxuyaniyek da.

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen di daxuyaniyê de axivî û got:

Ne îro, ev 7 sal in gelê me li ser piyan e û li hemberî berxwedana gelê me planên qirêj ên PDK’ê heya niha vala derketine.

Her tişt wê bi îradeya gelê me pêk bê, yên îradeya gelê me nas nekin, emê jî wan nas nekin.

Back to top button