Şandeya MSD’ê bi Senatoya Amerîka re hevdîtin pêk anî

Şandeya MSD’ê hevdîtinên xwe yên li Amerîkayê didomîne.
Di vê çarçoveyê de şandeyê li Washingtonê bi senatorên Amerîkayê re hevdîtin pêk anîn.

Li gorî malpera fermî ya MSD’ê, şandeya wan bi berpirsê komîteya têkiliyên derve ya Senatoya Amerîka Christopher Van Hollen, berpirsa komîteya diyarkirina budceyê Louise Frankel û serokê komîteya çekkirinê Adam Smith re civiya.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed bi rayedarên Amerîkî re girîngiya rola Amerîkayê di çareserkirina aloziyê de li gorî biryarên navneteweyî û di serî de biryara Meclisa Ewlehiyê ya hejmar 2254 gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyê, rayedarên Amerîkî piştrast kirin ku ew piştgiriyê didin QSD’ê.

Her wiha rayedaran diyar kirine ku dê hêzên wan li Sûriyê bimînin û ew ê hevkariya xwe bi QSD`ê re dewam bikin.

Hate desntîşankirin ku piştî van rêzehevdîtinan dê şande bi wezareta karên derve ya Amerîkayê û rayedarên Koşka Spî re, havdîtinê pêk bîne.

Back to top button