Welatîyên Qendilê: Divê Kurd li dijî bikaranîna çekên kîmyewî dakevin qadan

Bertekên li dijî bikaranîna çekên Kîmyewî ya li hember gerîllayên HPG’ê, her diçe zêde dibe.
Welatîyên Binarê Qendilê, jî bang li Kurdan hemuyan kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk dakevin qadan.

Nerazîbûna li hember bikaranîna çekên kîmyewî ya ji alîyê Dewleta Tirk ve, roj bi roj zêde dibe.

Şênîyên Binarê Qendîlê jî bêdengîya li hember vê yekê şermezarkirin û jibo helwestê nîşan bidin, bang li alîyê peywendîdar kirin.

Yek ji welatîyê Qendîlê Marif Resul got; ”Li ber çavê hemû cîhanê, Dewleta Tirk çekên kîmyewî bikartîne û herkes li hemberî vê yekê bê denge.

Ez bang li gelê Kurd dikim ku divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî em dakevin kolanan û nehêlin Dewleta Tirk çekên kîmyewî bikarbîne.

Welatîya bi navê Emîne Hemê jî bikaranîna çekên kîmyewî şermezarkir û got: ”Rejîma Baas jî çekê kîmyewî bikaranî, lê gelê Kurd tune nebû.

Ger Kurd bibin yek, wê tu kes nikaribe bi vî awayî êrişî Kurdan bike.”

Back to top button