Çeteyên dewleta Tirk 3 kes ji gundê Fafirtîn yê Şêrawa revandin

Çeteyên dewleta Tirk ya dagirker yek jê jin, sê kes ji gundê Fafirtîn yê navçeya Şêrewa ya Efrînê revandin.
Li aliyê din dema berhevkirina zeytûna ne. Li Navçeya Bilbilê çeteyan dest danîn ser berhemên 17 hezar darên zeytûnê. Li gundê Kefer Sefrê yê Navçeya Cindêrêsê çeteyan dest danîn ser 3200 dar an.

Sûc û hovîtiya Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî bê navber didomin.

Li gundê Fafirtîn ê bi ser navçeya Şêrawa, çeteyan yek jê jin 3 kesên bi navê Ekrem Hisên, Mihemed Xalid û Nazê Omer Ehmed revandin.

Li gorî ku Tora çalakvanên Efrînê, jina ku hat revandin piştî ku êşkence lê hate kirin hate berdan, lê her du kesên din jî hatin êşkencekirin û çeteyên ew birin cihekî ne diyar.

Çeteyan li gundê Kefer Sefrê dest danîn ser 3200 darên zeytûnê

Bi dstpêkirina berhevkirina zeytûnan jî, çeteyan dest bi dizî û talana berhemên zeytûnan kirine û dest datînin ser darên zeytûnê yên xelkê Efrînê.

Li gundê Kefer Sefrê yê bi ser navçeya Cindirêsê, çeteyên ku navê Liwaa Semer Qend lixwe kirine, dest danîn ser 3200 darên zeytûnê.

Li navçeya Bilbilê çeteyan berhemên 17 hezar darên zeytûnê dizîn

Li Navçeya Bilbilê jî, çeteyan dest danîn ser berhemên 17 hezar darên zeytûnê yên li gundê Qurnê, Ebûdanê, Zeytûnak û Şêx Xûrzê.

Her wiha di navbera gundên Kaziya û Satiya yên bi ser navçeya Mabata jî, çeteyan bi dehan darên zeytûnê birîn da ku wekî êzing bifroşin.

Back to top button