Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Bênê yê Şêrawa a Efrînê da ber topan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bênavber dewam dike.
Dagirkeran îro jî gundê Bênê yê Şêrewaya Efrînê dan ber topan.
Li Girê spî çeteyekî dewleta Tirk gule li 3 sivîlan reşand û ew birîndar kirin.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Henna got ewê li dijî êrişên dewleta Tirk bê bersiv nemînin.

Êrişên artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehba, Efrîn, Eyn Îsa û Til Temirê dewam dikin.

Dagirkeran ji nuqteyên xwe yên li gundê Cilbirê a dagirkirî, derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî topbaran kirin.

Li Girê Spî ya dagirkirî çeteyekî 3 sivîl birîndar kirin

Li aliyê din çeteyekî koma bi navê “Ketîbeya El-Nuxbe” ya dewleta Tirk a dagirker li pêşiya firinekê, pirsgirêk derxistiye.

Hat gotin ku çete bi ketober gule li şêniyên li pêş firinê reşandine û di encamê de 3 sivîl birîndar bûne.

Navên sivîlên ku birîndar bûne heta niha nayên zanîn.

Hate diyar kirin ku ji ber tunebûna ard, piraniya firinan hatine rawestandin

Matay Henna: Em ê li dijî êrişan bê bersiv nemînin

Li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryan Matay Henna jî li ser malpera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)ê axivî.

Matay Henna wiha got:

“Henna dewleta Tirk her tim jîngehan, navendên perwerdeyê û torên kehrebe dike armanc û avê qut dike, da ku tevilheviyê derxe û projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser e têk bibe.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan bi erkdariyeke fermî ji aliyê Fermandariya Giştî ya QSD’ê û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ve û di çarçoveya mafê parastina rewa bersiva êrişan didin”

Matay Henna di dawiyê de da zanîn ku ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk bê bersiv nemînin.

Back to top button