Rûsya cara yekem moşeka Hîpersonîk a binavî ceriband

Niha bi qasî li ser rûyê erdê, ewqas jî di bin avê de amadekariyên xurtikirina hêzên leşkerî heye.
Rûsya di vê çarçoveyê de, cara yekem moşeka Hîpersonîk a binavî ku çêkirî ceriband.
Wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku ceribandin bi serketî pêk hatiye.

Rûsyayê ragihand ku tetbîqatek pêk aniye û tê de hewl daye moşeka keşfê ya hîpersonîk ku ji binê deryayê biceribîne.

Artêşa Rûsî ragihand ku moşeka Tsirkon ji keştiya binavî hate avêtin û li Deryaya Barents li hedefa hatî nîşandan ketiye.

Wezareta Parastinê diyar kir ku ceribandin serkeftî bû.

Di vîdyoya weşandî de, tê dîtin ku moşeka hatî avêtin bi şev ezman ronî dike.

Moşeka Tsirkon di ceribandinek berê de ji keştiya Admiral Gorshkov hatibû avêtin.

Di axaftina xwe ya 2018 de, Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin jî îdia kir ku moşekên wan “nayên têkbirin”.

Putîn diyar kiribû moşekên hîpersonîk dikarin li derya û li bejahiyê bi dirêjahiya 1000 kîlometreyî li hedefa xwe bidin.

Tê îdiakirin ku moşekên hîpersonîk dikarin 5 caran ji leza deng bileztir tevger bikin û di dema firînê de manevrayê bikin.

Back to top button