Li deşta Pirsûsê ya Rihayê 20 hezar donim erdê çandiniyê û 20 gund di bin avê de man

Li deşta Pirsûsê ya bi ser bajarê Rihayê, ji ber projeya qenalên avê yên şaş 20 hezar donim erdê çandiniyê û 20 gund di bin avê de mane.
Qadên ku di bin avê de mane, veguherîne herêmên qamîş û li gelek qadan jî goristan ji ber bilindbûna avê xûya nakin.
Di der barê mijarê de niştecihên herêmê diyar kirin ku mutehîdan, proje hem kêm, hem jî şaş çêkirine.
Niştecihên herêmê, ji rayedaran xwestin ku qenalên derxistina avê û qenalên avdanê bi lez bên çêkirin.

Bi armanca rakirina newekheviyên di navbera herêman de, di 27’ê Cotmeha 1989’an de, bi biryara Lijneya Wezîran, Projeya Anatoliyê ya Başûrê Rojhilat ya qenalên avê (GAP) ket meriyetê.

Ji ber qenala avê ya ku di çarçoveya Projeya GAP’ê de li navçeya Pirsûsê a girêdayî Rihayê, ji ber him kêm him jî şaş hatine çêkirin, buye sedema zirarên mezin.

D encamê vê projeyê de li Deşta Pirsûsê ku li herêmê qada çandiniyê ya herî bi berekete, 20 hezar donim erdê çandiniyê, di bin avê de man.

Her wiha 20 gund di bin avê de mane û qadên di bin avê de mane jî veguherîne herêmên qamîş.

Vê rewşê Li herêmê bi xwe re hişkeberî anî ye û li gelek herêmên çandiniyê jî tune kiriye.

Di Der barê mijarê de niştecihên herêma Pirsusê diyar kirin ku mutehîdan, qenalên avê hem kêm, hem jî şaş çêkirine.

Ji niştecihên herêmê Vehîd Akgul, destnîşan kir ku ji ber qenalên avê yên derxistinê nehatine vekirin, ev encam derketiye holê û got;

“Ji ber dema bi avdana zêde re gelek av çû binê erdê, ava binê erdê rabû. Bergiriya vê jî vekirina qenalên valakirinê bûn.

Lê mutehîdên ev proje çêkirine, proje hem kêm, hem jî şaş çêkirine.”

Akgul, projeya qenalên avê bi bîr xist û diyar kir ku bi vê projeyê re dewsa ku aboriya herêmê xurt bibûya, berovajî xizantî bi xwe re anî.

Niştecihê bi navê Şukru Bînîcî jî, yê zevîyên wî ên pemboyê zirar dît û bi awayekî neyînî ji vê rewşê bi bandor bû, got;

“Xuya dike ku ev rewşê dê dewam bike. Av tiştek ne xirabe. Lê ji ber ku qenalên valekirinê tuneye, av derdikeve ser rûyê erdê û zirarê dide gel.”

Niştecihên herêmê, ji rayedaran xwestin ku qenalên derxistina avê û qenalên avdanê bi lez bên çêkirin.

Back to top button