PDK rûniştina 4 girtiyan dîsa bi paş xist

Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ji bo parastina desthilata xwe, azadîxwazan digire diavêje binê zindanan..
Li zindanên PDK’ê bi sedan girtî hene..
Piranî jî ji herêma Behdînanê ne..
Dihat payîn îro 4 girtî li dadgeha Hewlêrê bihatana dadgehkirin, lê dadgehê rûniştin cardin bi paş xist..
Li dijî vê yekê, malbatên girtiyan li ber deriyê dadgehê kom bûn û nerazîbûn nîşan da..
Ji parêzerên girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen got ku PDK dixwaze rûniştinan bihêle piştî bidawîbûna hilbijartinên Îraqê.

Partî Demokratî Kurdistan (PDK) da ku temenê desthilata xwe dirêjtir bike, xelkê digire diavêje binê zindanan..

Li zindanên wê bi sedan rojnamevan, mamoste û çalakvan girtî ne..

Ev kes bi piranî ji herêma Behdînanê ne..

Li gor CPT’yê, asayîşa PDK’ê dihêle girtî bi zorê, li ser tiştên ku nekirine, mikur werin..

Bi ser de jî dozên wan tên bipaşxistin..

Dihat payîn îro li dadgeha Hewlêrê 4 çalakvanên Behdînanê bihatana dadgehkirin..

Mesûd Elî Hacî – Bendewar Eyûb Reşîd – Karker Ebas Elî – Şêrwan Teha Emîn

Lê dadgehê rûniştina dadgehkirinê careke din ji bo 20 Cotmehê bi paş xist..

Li ser vê mijarê, endamê tîma parêzerên çalakvan û rojnamevanên Behdînanê Beşdar Hesen got:

“Sedema bipaşxistina rûniştinê siyasî ye.

Dixwazin rûniştin piştî hilbijartina parlamenê be.”

Malbatên girtiyan li ber deriyê dadgeha kom bûn û daxuyanî da..

Li ser navê malbatan Amed Silêman Kemal daxuyanî xwend û got:

“PDK li dijî me şerê derûnî dike.

Heya dozê neyê zelalkirin, em ê li ber deriyê dadgehê bin û dest çalakiyan bikin.”

Di çarçoveyê de, Kampanyaya Hevdengiyê ya bi Girtiyên Behdînanê re ev çalakî li dar xistin..

Kampanyayê di çalakiyan de ev bang kir:

“Divê rikeberî, serokkomarê Iraqê, rêxistinên mafê mirovan û nûnerên qunsilxaneyên li Başûrê Kurdistanê li dijî binçavkirina girtiyên Behdînanê helwestan nîşan bidin.”

Tê payîn 12’ê Cotmehê rûniştina dadgehê ya mamoste Bedel Berwarî û Umêd Beroşkî ye..

Back to top button