Ji Mexmûr û Başûrê Kurdistanê 54 kesayetan banga piştgiriya azadiya rêber Apo kirin

8’ê Cotmehê, Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê, ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo wê dest bi kampanyayê bike.
Ji Mexmûr û Başûrê Kurdistanê 54 kesayetên navdar banga piştgiriya kampyaya ji bo azadiya Rêber Apo kirin.

Meclisa Medya Djîtal a Kurdistanê, 8’ê Cotmehê, dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dest bi kampanyayekê bike..

Kampanyaya piştgiriya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan roj bi roj berfirehtir dibe..

Ji bo berfirehkirina vê kampanyayê, gelek kesayet û saziyan banga piştgiriyê kirin..

Ji Başûrê Kurdsitanê 30 siyasetmedar, hunermend, rojnamevan, çalakvanên mafên mirovan û parlamanteran banga piştgiriya kampanyayê kir..

Di vê çarçoveyê de, 24 siyasetmedar, rewşenbîr û endamên saziyên cuda yên Mexmûrê jî ev bang kir:

“Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê roleke mezin lîstiye.

Niha jî ji bo ku bikare vê rolê bilîze, divê azad bibe.

Em bangê li her kesî dikin ku tev li kampanyaya Meclisa Medya Dijîtal a Kurdistanê bibe.”

Jinên Minbicê: Ji bo azadiya Rêber Apo emê têkoşîna xwe bidomînin

Salvegera 23. a komploya navdewletî ya li dijî Rêber Ocalan nêzîk dibe..

Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê di vê derbarê de daxuyaniyek dan..

Endama rêveberiya Yekîtiyê Şêrîn Mihemed daxuyanî xwend û got:

“Armanca komplogeran lawazkirin û hilweşandina PKK’ê bû.

Lê heya niha PKK’ê hilneweşiyaye.

Rêber Apo jî ji hingê ve li zindanê li ber xwe dide.

Em weke jinên Minbicê, em ê şopdarên rêya şehîdan bin û têkoşîna xwe dewam bikin heta ku bigêhin azadiyê.”

Back to top button