Balafirên şer ên Rûs 85 caran çolistana Sûrî bombebaran kir

Li Çolîstana Sûrî liv û tevgera çeteyên DAIŞê zêde dibe.
Balafirên Şer ên Rûs îro deverên çeteyên DAIŞê bombebaran kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku balafirên şer ên Rûs di nava 24 saetên dawî de 85 caran herêmên çolîstana Resafa, herêma di navbera sînorên Heleb-Hema- Reqa û Çolîstana Sûxne ya li Homsê bombebaran kir.

Balafirên Rûs dever û şikeftên ku çeteyên DAIŞê lê bi cih dibûn kirin hedef.

Hat gotin di encama bombebaranê de, 9 çete hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.

Back to top button