Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku hêzên wan li Ezazê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn.
Di encamê çalakiyê de 2 çete hatine kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kirin:
22’yê Nîsanê, piştî şopandineke demdirêj hêzên rizgariyê çalakiyeke taybet li dijî baregeha hevbeş a MÎT’a Tirk û hêza îstixbaratê ya çeteyên bi navê Arteşa Nîştîmanî ya li bajarê Ezazê, li dar xist.
Di encama çalakiyê de 2 çete ku yek ji wan berpirsê maseya Sûriyê ya MÎT’a Tirk li Sûriyê bû, hat kuştin û 7 çete jî bi giranî birîndar bûn.