Êzidiyên Helebê: Em fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji bîr nakin

Daxwazên PDK’ê yên derbasbûna Şengalê hem ji aliyê şêniyên wê û hem jî ji aliyê şêniyên gelek deveran ve nayên qebûlkirin û bi tundî tên şermezarkirin. Êzidiyên li Helebê dan zanîn ew ê çawa qebûl bikin ku hêzeke eşker ew radestî DAIŞ’ê kirin, derbasî Şengalê bibe. Ciwanên Minbicê jî bi daxuyaniyekê li dijî îxanet û sîxurtiya PDK’ê bang li gel kirin ku li dijî van siyasetan bibin yek.

Tenê 4 roj ji hilbijatinên Perlemantoya Iraqê re mane..

Partiyên êzidî jî weke hemû partiyên Iraq û Başûrê Kurdistanê xebatên xwe ji bo hilbijartinên perlemantoyê dikin.

PDK’ ê ya ku 2014’an bû sedema fermana êzidiyan, di bin navê xebatên hilbijartinan de, xwest ku derbasî Şengalê bibe.

Êzidiyên li Helebê li ser mijarê dan xuyakirin ku PDK`ê nabe bi darê zorê derbasî Şengalê bibe, nabe ew dîsa komkujiya êzidiyan dubare bike.

Şêniya bi navê Newroz Edo da xuyakirin ku armanca PDK’ê ji van kirinan, têkbirina ewlehiya herêmê ye, ger rast ji bo parastina êzidiyan ba wê di 2014’an de nereviya ba.

Ersul Mûsa û Necah Hesen jî gotin ku ew ditirsin PDK’ê vê carê wan radestî Tirkan bike û bang li gelê şengalê kirin ku van siyasetan qebûl nekin.

Ciwanên Minbicê kirinên PDK’ê şermezarkirin û berxwedana Êzidiyan silav kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê jî bi daxuyaniyekê berxwedana Şengalî silav kir

Ciwanan di daxuyaniyê de kirinên PDK’ê şermezar kirin û gotin:

“Îxaneta PDK’ê nikare vîna şêniyên me li Şengalê têk bibe.

Em soz didin ku em ê bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re li dijî tevahî şêwazên zulm, îxanet û sîxurtiya ku PDK’ê li dijî gel dike bibin yek dest.”

Back to top button