Hemdan El-Ebid: Bi hatina zivistanê re pêwîste dergeha Til Koçer were vekirin

Girtina dergehê Til Koçer ji aliyê NY ve bandorek neyînî li şêniyên herêmê û bi taybet penaber û koçberên li kampan dimînin kir. Di vê derbarê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El-Ebid bang li civata navneteweyî kir ku siyasetê ji xebatên mirovî cuda bike.

Hemdan El-Ebid dergehê Til Koçer weke damara sereke ya li herêmê bi nav kir û anî ziman ku girtina dergeh bandorek neyînî li herêmê kir.

Hemdan El-Ebid balkişand ser rewşa penaber û koçberên li kampên herêmê jî û got: ”Girtina dergeh rê li ber alîkariyên mirovî girt.

Niha jî zivistan nêz dibe, her kes dizane ku rewşa koçberan di zivistanê de dijwar e. Ji bo vê jî pêwîste berî zivistanê dergeh bê vekirin.”

Di dawiya axaftina xwe de El-Ebid bang li civata navneteweyî kir ku siyasetê ji kar û barên mirovî cuda bike.

Back to top button