Facbook, Instagram û Whatsapp duh heta demekê hatin rawestanin

Bernameyên Medya Civakî duh çend se’etan rawestiyan..Vê yekê jî hişt ku bikarhênerên wan bi hêrds bibin û kompanyayên wan berrnameyan lêborînê bixwazin. 

Facebook, Instagram û WhatsApp duh çend saetên êvarî ji xizmetê derketin û hatin rawestandin..

Kompanyaya Facebook’ê li ser Twîtterê daxuyanî da û got ew di nava hewldanan de ne ku pirsgirêkê çareser bikin” û ji ber vê pirsgirêkê lêborîn xwest.

Li gorî Ajansa Reuters, pirsgirêk ji navenda wê ya li Amerîkayê çêbûye.

Di van çend se’etan de, li gorî ajansa Bloomberg a cîhanî, rêveberê Facebook’ê Mark Zuckerberg, bi qasî 6, 6 milyar dolar ziyan dît..

Gelek malper û dezgehên ragihandinê jî sedema vê pirsgirêkê li zarokê Çînî Sun Ji Su yê 13 salî vegerand..

Hat ragihandin vî zarokî sîstema van bernameyan şikand û ew heker kirin.

Back to top button