TEV-DEM: PDK’ê bi desteka dewleta Tirk hewl dide Êzdiyan qir bike

Li dijî hewldanên PDK’ê yên derbasbûba Şengalê, TEV-DEM’ê jî daxuyanî da û bang li raya giştî ya Kurdistanê kir ku li hemberî kirinên PDK’ê bisekinin da fermanên nû li dijî êzidiyan pêk neyne.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de bertek nîşanî hewldanên PDK’ê da û diyar kir ku PDK’ê bi desteka rasterast a dewleta Tirk hewl dide Şengal dagir bike û Êzdiyan qir bike.

Her wiha eşkere kir “Tevgerên PDK’ê yên li derdora Şengalê li ser îradeya azad a civaka êzidî gef e, nîşaneyên wê yên xeternak hene û armanc jî derxistina fitne û dijminatiya di navbera civaka êzidî de ye.”

TEV-DEM: nehêlin PDK komkujiyên nû li Şengalê pêk bîne

TEV-DEM’ê bang li civaka Kurd, Êzidî û li tevahî hêzên siyasî yên Kurdistanê kir ku li hember siyasetên PDK’ê yên li dijî Şengal û êzidiyan bi erkên xwe rabin, xwedî li Şengalê derkevin û nehêlin kokujiyên nû li ser êzdiyan pêk werin.

Back to top button