Li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê erebeyek bû armancê balafirên bêmirov û 2 sivîl birîndar bûn.
Balafirek bêmirov li nêzî gundê Seydanê Xwaru yê navçeya Çemçemal erebeyek bombebaran kir.
Li gorî nûçeya ROJNEWS’ê di encama bombebaranê de 2 sivîl birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneya Çemçemalê, lê piştre rakirin nexwexaneyên Silêmaniyê.