Erebeyeke hêzên hikumeta Şamê li ser rêya M4 hat armanckirin û 4 birîndar bûn

Berî çend se’etan Artêşa Tirk a dagirker dîsa rêya M4 topbaran kir. Di vê topbaranê de erebeyeke hêzên hikumeta Şamê hat armanckirin.

Ajansa nûçeyan ANHA’yê ragihand, artêşa Tirk a dagirker rêya M4 a li rojavayê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir.

Hat ragihandin di topbaranê de erebeyeke girêdayî hêzên hikumeta Şamê hat armanckirin û 4 ji awan birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên Eyn Îsa û Reqayê û rewşa 2 ji wan giran e.

Tevî ku hêzên garantor li herêmê hene jî, êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê rojane hene û ji ber bêdengiya van hêzan zêde dibin.

Back to top button