RAPORTORA YEKÎTIYA EWROPAYÊ YA TIRKIYÊ KATÎ PÎRÎ: DIVÊ DAXWAZA ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ WERE QEBÛLKIRIN

Raportora Yekîtiya Ewropayê ya Tirkiyê Katî Pîrî li ser rewşa Tirkiyê axivî.
Katî Pîrî destnîşan kir ku Li Tirkiyê tekane gava ji bo demokrasiyê, destpêkirina pêvajoya aştiyê ye û got;
Yekîtiya Ewropayê bi bêdengiya xwe hêzê dide deshilatdariya Erdogan.

Parlementera Hollandayê ya li Parlementoya Ewropayê û raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî têkildarî rewşa Tirkiyê axivî.

Katî Pîrî destpêkê li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û got:

“Li Tirkiyê tekane gava ji bo demokrasiyê, destpêkirina pêvajoya aştiyê ye.

Li gorî min peyama çalakgerên greva birçîbûnê ev e û ev peyam gelekî girîng e”.

BÊDENGIYA YEKÎTIYA EWROPAYÊ HÊZÊ DIDE OTORÎTERIYA ERDOGAN

Pîrî li ser rewşa Tirkiyê jî ev nirxandin kir;

“Tirkiye di warê çapemeniyê de tu carî ne azad bû.

Ger em li 10 sal berê û li niha binihêre, em ê bibînin ku rewş xerabtir bûye.

Bi sed hezaran kes hatine girtin. Me dît ku gelek parlementerên HDP’ê hatine girtin.

Navê vî tiştî tu carî ne demokrasî ye”.

Parlementera Hollandayê ya li Parlementoya Ewropayê û raportora Tirkiyeyê Katî Pîrî diyar kir ku ji bo Tirkiyê bibe welatekî demokratîk pêdiviya wê bi guherînekê heye.

“Bêdengiya YE hêzê dide otorîteriya Erdogan,YE çiqasî bêdeng bimîne wê Erdogan ew qasî tiştên di dilê xwe bike. Ji ber vê jî divê li Parlementoya Ewropayê em dengekî bilind derxînin. Xetên jêneger ên bingehîn ê YE jî heye û me di sala 2017’an de diyar kir”.

Leave a Reply

Back to top button