KCK’ê: PKK hêza bingehîn ya demokratîkbûna Rojhilata Navîn e

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Hozat diyar kirin ku PKK hêza bingehîn a demokratîkbûna Rojhilata Navîn e û dan zanîn dewleta Tirk bi piştgiriya NATO’yê êrişî vê hêza demokrasiyê dike.
Hevserokan derbarê êrişên li ser Rojava de jî gotin, “Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû Rojhilata Navîn şoreşeke girîng e”

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik bersiva pirsên Alf Beckînsale yê ku li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê xebatên xwe didomîne, dan.

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kirin ku Kurd bi karakterê xwe yê demokratîk li Rojhilata Navîn pêşengên demokratîkbûnê ne û wha gotin,

“Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye, DYE û Ewropa piştgiriyê didin polîtîkayên qirker ên Tirkiyê.

PKK hêza bingehîn a demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Lê belê dewleta Tirk bi piştgiriya NATO’yê êrişî vê hêza demokrasiyê dike.”

Hevserokan derbarê armanc û hedefên têkoşînê yên tevgera azadiyê de jî ev nirxandin kirin,

“PKK Kurdistaneke azad, serbixwe û demokratîk dixwaze. Em vî tiştî weke netewe dewlet û dewleta serbixwe nanirxînin.

Dewlet alaveke çîna serwer e. Ne dikarin bibin dewleta gel û ne jî dikarin bibin dewleteke sosyalîst. Rêveberiya gel û sosyalîzm jî bêyî dewlet dikari pêk werin. Rêber Apo Kurdistaneke xweser a ku xwe dispêre civaka azad û demokratîk dixwaze.”

Hevserokan dan zanîn tevgera azadiyê di bin bandora ti aliyan de nîne û sekna xwe ya azad û serbixwe didomîne û ev gotin,

“Tevgera me ne bin bandora tu hêzeke navneteweyî de û ne jî di bin bandora welatekî li herêmê de ye. Tevgera Azadiyê helwesta xwe ya serxwebûnê bi awayekî hesas diparêze. Em helwesta xwe ya xweser a îradeya azad diparêzin û rastiyeke wisa ye ku her kes jê serbilind e.”

KCK’ê: Şoreşa Rojava ji bo hemû Rojhilata Navîn şoreşeke girîng e

Hevserokan li ser destketiyên şoreşa Rojava û girîngiya wê jî ev tişt anîn ziman;

“Jiyana bi qasî 8 salan a bê serweriya dewletê bûye zemîna gelek pêşketinên girîng. Di 8 salan de li Rojava di gelek waran de tecrubeya demokrasiyê pêk hatiye.

Dijminan dora Rojava girtine. Di vî warî de her dem gefa dagirkirin û belavkirina şoreşê heye. Şoreşek pêk hatiye lê ji ber ku li ser wê êrişên giran hene, pergala ekonomîk a komunal hê zû geş nebûye. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo hemû Rojhilata Navîn şoreşeke girîng e.”

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê bandora PKK’ê ya li ser çarparçeyên Kurdistanê bi taybetî li ser Rojava jî wiha gotin;

“Bi hezaran ciwanên ji Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat tevlî nav refên PKK’ê bûne. Bi tevlîbûna xwe wan bandor li ser malbat û derdora xwe kiriye.

Rêber Apo 20 salan di nav gelê Rojava de maye û ew perwerde kirine. Bi hezaran jinên ciwan û xort tevlî nav refên gerîla bûne, şehîd bûne.

Şoreşa Rojava bi bandora ramanên Rêber Apo çêbûye. Gelê Rojava dilsozê Rêber Apo ye.”

Back to top button