HPG: Li Heftenînê çepereke dagirkeran hate rûxandin

Gerîlayên Azadiyê li başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakiyên bi bandor pêk anîn.
HPG’ê diyar kir Gerîlayên YJA Starê li herêma Heftenînê çepereke dagirkeran rûxandin û li qada Werxelê ya Avaşînê jî derb li dagirkeran xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk ya dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de ev agahî parve kir;

“3’ê Cotmehê li herêma Heftanînê li dijî dagirkerên ku li qada Girê Koordîne ya Pîrbilayê rê çêdikirin, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî kirin. Di encama vê çalakiya serketî de çeperek hate rûxandin, derb li kepçeyekê hate xistin.

4’ê Cotmehê li qada Girê Azad a herêma Metînayê cîhazeke wênekişandinê ya artêşa Tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve hate desteserkirin.”

HPG: Li qada Werxelê ya Avaşînê derb li dagirkeran hat xistin

HPG’ê derbarê berxwedana di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ya li Herêma Avaşînê jî ev agahî parve kir;

“4’ê Cotmehê li qada berxwedanê ya Werxelê, hêzên me yên YJA Starê li dagirkeran xistin. Çalakî bi çekên giran hate kirin û bi rengekî serketî li hedefên hate diyarkirin, hate xistin.

5’ê Cotmehê li Mervanosê li dijî dagirkeran bi çekên giran çalakî hate kirin. Hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate tespîtkirin.”

HPG’ê diyar kir 4 û 5’ê Cotmehê jî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û helîkopterên êrişê bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 3 û 4’ê Cotmehê li herêma Metînayê ji qereqolên li ser sînor bi obus û hawanan bombe li qada Koordîneyê hate barandin.

Li herêma Avaşînê qadên Geliyê Basya û Girê Kartal, li herêma Metîna gundê Dêşîşê, qadên Koordîne û Kela Qumriyê û li herêma Zapê jî qada Çiyayê Reş bi balafirên şer û helîkopteran hate bombebarankirin.

Back to top button