ÇALAKIYA NASIR YAGIZ DI ROJA 154’AN DE YE

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan li Başûrê Kurdistanê jî grevên birçîbûnê yên hatin e destpêkirin didome. Endama Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê Mizgîn Arî jî dibêje: Berxwedana dayîkan û çalakvanên greva birçîbûnê wê desthilatdarî û hizba Erodogan têk bibe.

Li Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan 154 rojin greva birçîbûnê didome.

Çalakiya Endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nisir Yagiz jî tevî ku rewşa tendirustiya wî girane bi heman amcancê di roja 154’an de dewam dike.

Greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger îro ji aliyê koma 77’emîn ve hate dewir girtin.

Endama Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê Mizgîn Arî di dema dewir girtinê de axivî û got;

Em dest pêkê êrîşa dewleta Tirk û hikumeta AKP’ê ya li ser dayîkan şermezar dikin.

Wê berxwedana dayîkan û çalakvanên greva birçîbûnê desthilatdarî û hizba Erodogan têk bibe.

Heta ku tecrîd rabe wê çalakiyên me berdewam dike.”

Li Silêmaniyê jî ji aliyê Saziya Karkeran a Mezopotamyayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, ev çalakî jî di roja 131’an de didome.

Koma 66’emîn çalakî dewr girtiye.

Li Mexmûrê jî Saziya Malbatên Şehîdan greva birçîbûnê dabû destpêkirin.

Ev çalakî di roja 129’an de bi koma 43’an re li dare.

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 93’an de ye.

Li navçeya Kelar a Germiyanê jî çalakiya Endezyar Herêm Mehmûd 59 roj in li dar e.

Leave a Reply

Back to top button