Macron: Ez hêvî dikim aloziya bi Cezayîrê re kêm bibe

Di navbera Fransa û Cezayîrê de aloziya mitîngeriyê herdû welat anîne pêşberî hev.
Serokomarê Fransa Emmanuel Macron got, ez hêvî dikim ku aloziya dîplomasiya navbera me û Cezayîr di demekê nêz de kêm bibe.

Emmanuel Macron di axaftina xwe ya bi Radiyo ya Frans Interê re îşaret bi aloziya navbera herdû welatan kir û got:

Daxwaza min, di warê kêmkirina aloziyê de ye, ji ber ku ez bawer dikim axaftina me ya bi hevre wê baş be.

Têkiliyên di navbera her du welatan de piştî daxuyaniyên Macron a hikumeta Cezayîr ku dîroka mitîngeriyê careke din dinivîse aloz bû.

Macron li dijî vê yekê hikumeta Cezayîr rexne kiri bû ku li dijî Parîsê welatiyên xwe sor dike.

Piştî nûçeya di rojnameya Fransî Le Monde de hat weşandin, hikumeta Cezayîrê ji bo şêwirmendiyên lezgîn Balyozê xwe yê li Parîsê paşve kişand.

Serokatîya Cezayîrê jî bi daxuyaniyekê Fransa bi destwerdana di karên navxweyî yên welêt de tewambar kir.

Artêşa Fransayê jî ragihand ku Cezayirê qada hewayî ji hemû balafirên leşkerî yên Fransayê re girtiye.

Back to top button