“DYA diyaloga Îran û Erebîstana Siûdî erênî dinirxîne”

Bi malovaniya Bexdayê, Tahran û Riyad hewil didin pirsgirêkên xwe yên demên derbasbûyî bi rêya diyalogan çareser bikin.
Rêveberiya Joe Biden jî destpêkirina diyaloga yekser di navbera Îran û Erebistana Siûdî de erênî dinirxîne.

Cîgira alîkarê wezîrê karên derve yê karûbarên Îran û Iraqê yê Nivîsgeha Rojhilata Jêrîn ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, Jennifer Gavito ji mallpera CNBC ya Amerîkî re axivî.

Jennifer Gavito anî ziman ku ew destpêkirina danûstandinên yekser di navbera Îran û Erebistana Siûdî de erênî dinirxînin.

Gavito di serdana xwe ya li pêşengaha Expo Dubai 2020 de jî ev nêrîna welatê xwe li ser danûstandinan careke din dubare kir.

Jennifer Gavito rayedara herî payebilind amerîkayê ye ku heta niha tev li wê çalakiyê bûye.

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel Bin Ferhan El Siûd piştrast kir ku meha borî, gera yekemîn a danûstandinên yekser di navbera welatê wî û hikumeta Îranê ya nû de li dar ketiye.

Her wiha destnîşan kir ku gera dawîn di 21’ê Îlonê de pêk hatibû.

Back to top button