Leşkerên Birîtanya dest bi belavkirina sotemeniyê kirin

Brîtanya ku dixwest ji Yekîtiya Ewropa derbikeve niha berdêla wê yekê dide.
Piştî pêvajoya Brexit, cara yekem li Brîtanya kîrza sotemeniyê xwe daye der.
Li pêşiya navendên sotemeniyê rêza erebeyan dirêj û dirêj bûye.
Leşkeran dest bi şandina sotemeniyê kirin da ku benzînxaneyên li seranserê welêt, benzînê belav bikin.

Nêzîkî 200 leşker ji artêş û hêza hewayî ya Brîtanî dest bi belavkirina sotemeniyê kirin.

Bi vê yekê tê xwestin ku krîza sotemeniyê ya li welat bê çareserkirin.

Kêmbûna sotemeniyê herî zêde li paytext London û Başûrê Ingilistanê bû sedema aloziyê.

Ev yek ji bi xwere hêrsa li dijî hikumeta welat pêk anî.

Xwediyê erebeyan, ji ber ku zu artêş nexistine tevgerê hikumeta welat tewambar dikin.

Komeleya Firoşkarên Petrolê (PRA) 3 Cotmehê ragihandibûn ku li Îskoçya, Galler, herêmên Bakur û Navendî pirsgirêka sotemeniyê hatiye çareserkirin.

Lê ji sedî 22 stasyonn benzînê yên li London û Başûr-rojhilatê Ingilistanê vale ne.

Tê gotin, ji bo rewşa li herêmê asayî bibe, herî kêm 7-10 roj dem pêwist e.

Back to top button