Serokwezîrê 100. yê Japonya Fumio bi kabîneya xwe re dest bi kar kir

Serokwezîrê 100. ê Japonya Kişida Fumio û kabîneya wî bi awayekî fermî dest bikar kirin.
Kişida, soza başkirina aboriya welat da.
Yekemîn peywendiya dîplomasî ya Serokwezîrê Japon li gel Serokê DYA Joe Biden bû.
Aliyan li ser hevkariya navbera Waşîngton-Tokyo û mijara Hind-Pasifîk lihev kirin.

Di rûniştina meclisa Japonya de, Serokwezîrê 100. yê welat Kişida Fumio û kabîneya xwe bi fermî dest bi kar kirin.

Kişida Fumio û kabîneya wî têkildarî plansaziyên xwe ji bo dema pêş daxuyaniyek çapemeniyê dan.

Hikumeta nû ya Japonya diyar kir ku yek ji rojeva wan ya sereke têkoşîna li hember Covid-19 ye.

Kişida anî ziman ku ew ê pêvajoya beriya niha lêkolîn bikin û ji bo rewşên awerte û kêmkirina tevgerê jî xebatên xwe yên destwerdanê zêde bikin.

Serokwezîrê Japonya diyar kir ku ewê di mijara “Serbest û Hint-Pasifîka Vekirî” de wê li hember Çînê hevkariya xwe ya li gel Amerîka bidomînin û got:

Japonya wê statukoya xwe bikar bêne û li dijî guheztina yekalî be.

Kabîneya Kişîda yê ji aliyê Împaratorê Japonî Naruhito ve hate pejirandin, bi fermî dest bi erkê xwe kir.

20 kes di kabîneya Kişida yê 64 salî de cih digrin.

Ji van tenê 3 jin cihê xwe di wezaretê de digrin.

Kişida û Biden li ser rewşa Hind-Pasifîk lihev kirin

Serokwezîrê Japonya Kişida peywendiya xwe ya despêkê ya dîplomasî jî li gel Serokê DYA Joe Biden pêk anî.

Peywendiya telefonî ya navbera Biden û Kişida 20 deqeyan dewam kir.

Serokan li hev kir ku hevalbendiya dualî xurt bikin û hevkariya bi armanca herêmek Hind-Pasîfîk a azad û vekirî bidomînin.

Back to top button