Wezareta Karên Derve a Îran û Ermenîstan: Nexşerêya nû hate xîzkirin

Di nava sêgoşeya Tahran, Êrîvan û Bakûyê de alozî zêde bûye.
Bi nêzbûna Îran û Ermenîstanê re, Azerbeycan acize û ji rewşa xwe bifikare.
Wezîrên Karên Derve yên Îran Ebdulahiyan û yê Ermenîstanê Mîrzoyan li Tahranê civiyan.
Wezîran ragihandin ku nexşeya nû hatiye xêzkirin.
Serokomarê Azerbeycanê jî li dijî Îranê nerehetiya xwe anî ziman û got:
Emê rênedin ku kes îftirayan li me bike.

Di demeke ku Îran li sînorê bi Ermenîstan û Azerbeycanê re dest bi terbîqatek berfireh kiriye, ji Bakûyê peyamên aciziyê derdikeve.

Tahran ev yek gaveke din bi pêşde bir û li gel Êrîvanê ji bo peymanên nû civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdulahiyan li gel hempîşeyê xwe yê Ermenîstan Ararat Mîrzoyan li ser rewşa dawî û Qerebaxê civiyan.

Piştî civîna fermî ya doh navbera aliyan a li Tahranê de, Mîrzoyan û Ebdulahiyan daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Ebdulahiyan anî ziman ku di nava 20 rojan de ew 3 caran bi hempişeyê xwe Mîrzoyan re civiya ye û wiha got:

Nîqaşên stratejîk yên ji bo berjewendiyên herdû welatan hatin kirin.

Îro jî li Tahranê ji bo berjewendiyên herdu welatan nexşerêyek hate xîzkirin.

Ji bo çûyîna barhilgirên ji Îran ber bi Ermenîstanê ve projeyên nû hatin pêşxistin.

Ebdulahiyan anî ziman ku wê rê nedin, destwerdana hinek hêzên ji derve ziyan li danûstandinên navbera herdû welatan bikin.

Ermenîstan: Dibe hevdîtinên bi Bakû re careke din despê bikin

Wezîrê Ermanî jî îşaret bi êrişên Azerbeycanê yên li ser hemê kir û got:

Ev êriş ziyanê dide aştiya li herêmê.

Di çarçoveya Koma Minsek de dibe ku careke din Ermenîstan û Komara Azerbeycanê de, danûstandin pêk werin.

Aliyev ji bo Îran: Kes nikare îftirayan li me bike

Nêzbûna Tahran ya ji bo Êrîvanê, Bakû nerehet kiriye.

Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev jî têkildarî îdiayên Îran ku “Azerbeycan Îsraîl aniye sînorê wan” red.

Îlham Aliyev di salvegera yekemîn ya kontrolkirina herêmê de bi şêniyên bajarokê Gabriel re civiya.

Aliyev di axaftina xwe de qala Ermenîstanê kir û diyar kir ku divê civaka Ermenî rewşa rastîn rast analîz bike û got,

“Divê êdî ew dev ji xewna Ermenistana Mezin berdin.

Divê ew dev ji xewna mîtolojîk a Ermenîstanê ber bi deryayê berdin.

Wekî din çare nîne. ”

Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev bi bîr xist ku wan sînorê xwe yê 130 kîlometre bi Îranê re ji hêzên Ermenî paqij kirin e.

Back to top button